BEXDA
Li sûka bajarê Samarrayê yê Iraqê bi erebeya bombe barkirî êrîş hat kirin.
Di êrîşê de 24 kes mirin û 28 kes jî birîndar bûn.
Êrîş li sûka zebze û fêkiyan, bi erebeya bombebarkirî hat kirin.
Hat ragihandin ku cihê êrîş lê hat kirin gelek kerebalix bû û gel danûstandina Cejna Qurbanê dikir.