04 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2015
BEXDA
Hat ragihandin ku li Bexdaya paytextê Iraqê û bajarê Samarrayê di bûyerên tundiyê da 6 kes mirin û 31 kes jî birîndar bûn.
Qaymeqamê Samarrayê Mehmûd Xelef daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku DAEŞê bi rokêtên Katyûşayê êrîşî semta Hadadeyê kir û di êrîşê da 2 sivîl mirin û 11 sivîl jî birîndar bûn.
Çavkaniyên ewlehiyê jî diyar kirin ku li herêmên curbecur ên Bexdayê di êrîşên bombeyî da yek jê polês 4 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.
Sala par piştî ku DAEŞa rêxistina terorê hin herêmên Iraqê hilda, di serî da paytext Bexda li bajarên curbecur bûyerên tundiyê û êrîşên bombeyî çêdibin.