Haydar Şahin
29 Hezîran 2018•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2018
BEXDA
Li Iraqê 12 endamên DEAŞa rêxistina terorî hatin dardakirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriya Iraqê da wiha hat ragihandin: "Li ser talîmata Serokwezîr (Heyder Ebadî) 12 terorîstên cezayê dardakirinê xwaribûn hatin dardakirin."
DEAŞê 8 wezîfedarên ewlekariyê yên ku dîl girtibûn înfaz kiribû li ser vê Serokwezîr Ebadî do daxuyanî dabû û gotibû terorîstên cezayê dardakirinê xwarine bira werin dardakirin.
Wezareta Parastinê ya Iraqê roja çarşemê di daxuyaniya xwe da diyar kiribû ku 8 wezîfedarên ewlekariyê yên hatine revandin li nêzî wîlayeta Selaheddînê ya li bakurê welêt hatine înfazkirin.
DEAŞê di 17ê hezîranê da dîmenên kesên ku li ser rêbeja Kerkûk-Bexdayê revandibû weşandibû û ji bo ku milîtanên jin ên di girtîgehê da werin berdan gotibû dem daye hikûmetê.