Ekrem Biçeroğlu
04 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2022
Hat ragihandin ku li Iraqê 2 balafirên bêmirov (ÎHA) ên bombebarkirî yên şandibûn ser Baregeha Eynil Esedê hatin îmhekirin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Iraqê hatin sitandin, bi sîstema parastina hewayê ya hêzên koalisyona navneteweyî va pêşî li hewla êrîşê hat birîn.
Li Baregaha Eynil Esedê ya li Enbara wîlayeta Iraqê şêwirmendên koalisyona navneteweyî hene.
Hatibû diyarkirin ku wezîfeya hêzên şer ên koalisyona navneteweyî ya dijî DEAŞa rêxistina terorê di dawiya berfanbarê da temam dibe.
Hêzên koalisyonê ji Baregeha Eynil Esedê vekişiyabûn û amûrên di destê xwe da jî dewrî artêşa Iraqê kiribûn.