ENBAR
Hat ragihandin ku li Enbar û Selahedîna Iraqê 28 milîtanên DAEŞê hatin kuştin.
Li gor çavkaniyên ewlehiyê li Beyciya Selahedînê di operasyonên dijî DAEŞê da 15 milîtan, li Felluce û El-Kermeyê jî di şerê navbera milîtanên DAEŞê û hêzên ewlehiyê da 8 milîtan mirin.
Wek mayîn Serokê Meclisa Şaredariya Bexdadiyê Malullah el-Ubeydî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Milîtanên DAEŞê êrîşî Bexdadiya Enbarê kirin. Hêzên ewlehiyê bi alîkariya koalîsyona di serkêşiya DYAyê da li ber xwe da. Di pevçûnan da 5 milîtan hatin kuştin."