Haydar Karaalp
30 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 02 Tebax 2022
Li Bexdaya paytextê Iraqê alîgirên Muqteda es-Sedr yê ku pêşengê Tevgera Sedr e derbasî Herêma Kesk bûn ku nûnertiyên misyonên biyanî û avahiyên hikûmetê lê hene û ketin avahiya meclisê.
Alîgir Mihemed Şiya Sûdanî protesto dikin ku namzedê serokwezîriyê yê Çarçoveya Kordînasyonê ye. Ev saziya banî ya Şiî destekê ji Îranê digire.
Di çalakiyan da komek ji bariyerên beton derbas bûn û li Herêma Kesk ketin avahiya meclisê.
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi av û bombeyên dengan midaxeleyî alîgirên Sedr dikin.