ENBAR
Hat îdiakirin ku li Embara bajara Iraqê DÎŞIya rêxistina terorê 250 endamên eşîreta Bûnmera Sunî revand û paşê jî darde kir.
Fermandarê Operasyonan ên Embarê Korgeneral Reşîd Felîh îdia kir ku li Embara bajarê Iraqê, DÎŞIyê 250 endamên eşîreta Bûnmera Sunî ya ku di nav de polês jî hene, revand û darde kir.
Felîh ragihand ku temenê kesên ku hatin dardekirin di navbera 18 û 60an de bûn.
Li Iraqa ku ev demeke valahiya otoriteyê heye, piştî ku DÎŞIyê kontrola Mûsil û hin heremên dinê bi dest xist, li hin deverên welêt di navbera DÎŞIyê û hêzên ewlehiyê de pevçûn didomin.