Yasin Dikme
05 Gulan 2021•Rojanekirin: 06 Gulan 2021
Li Rihaya ku ji navenda sereke ya Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAP) ye û wek embara dexl û dan e di meha adar û nîsanê da baran zêde nebarî û cotkar jî ji ber hişkayiyê bifikar in.
Bajarê Rihayê ji hêla zeviyên ku dikare bê ajotin va li Tirkiyeyê ji bajarên sereke yek e û ji sedî 36ê nîsik, ji sedî 10ê genim û ji sedî 11yê ce yê li welêt ji ser axa wê tê rakirin.
Li seranserê bajêr ji bo çandiniyê 6 milyon û 394 hezar dekar zeviyên ajotî hene lê ji ber ku di mehên sibat, adar û nîsanê da baran kêm barî tirsa hişkayiyê ket nav dilê cotkaran. Dema çinîn û berhevkirina genim, ce û nîsikan nêz bû lê bi taybetî jî li deverên avdanî lê kêm bû tê payîn ku wê rekolte kêm be.
Hîndekarê Fakulteya Ziraetê ya Zanîngeha Heranê Prof. Dr. Mehmet Alî Çullu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li herêmê îsal ji ber kêmasiya baranê wê rekolteya dexl û dan kêm be.
Çullu destnîşan kir ku pirsgirêka hişkayiyê li çar aliyê dinyayê bi tesîr e û wiha domand: "Tesîra hişkayiyê li welatê me yê ku avhewaya wê hema bêje nîvî zêdetir gundewarî ye wê zêdetir bi tesîr be. Di 20 salên dawîn da ev hişkayiya ev 4-5 care pêk tê bû sedema kêmbûna rekolteya dexl û dan. Cotkarên me yên ku li nav zeviyên wan derfeta avdanê tuneye ji ber vê hişkayiyê zêdetir mexdûr dibin."
- Di şînbûna nebatan da îsal ji sedî 40 kêmasî heye
Çullu bal kişand ser barana îsal a ku kêm barî û wiha domand: "Îsal di sala 2021î da mixabin baran dîsa kêm bû. li deverên avdan tuneye pirsgirêkeke mezin heye. Li Tirkiyeyê ji deverên hişkayî lê herî zêde ye yek jê herêma GAPê ye. Dema baran zêde nebe genim, ce, nok û nîsikên ku ji bo gihîştinê pêwîstiya wan bi hêwiyê heye baş bi ser xwe va nayên. Li herêmên derfeta avdanê zêde tuneye heta niha zîldana awayek baş çênebû û nebat baş negihîştin û mezin nebûn. Îsal wê genim, ce û nîsik gorî berê gelek kêm be. Ev yek wê li ser rekolteyê jî bi tesîr be. Em dema li rewşê mêze dikin dibînin ku di şînbûna nebatan da îsal ji sedî 40 kêmasî heye.
Çullu xwest ku li Tirkiyeyê ji bo av awayek bi rêk û pêk bê bikaranîn divê plana çalakiya bilez têkeve rewacê û ji bo vê xebat bên kirin.
Emîn Tilheyê ku li Wêranşehirê ev 40 sal e heywandariyê dike jî got ku îsal ji ber baran kêm barî mêrg jî baş şîn nebûn û heywanên derdikevin çêrê ji ber kêmasiya şînahiyê birçî dimînin.
Muslum Usluyê li taxa Yenîkoyê cotkariyê dike jî ragihand ku îsal ji ber kêm barînê wê dexl û zad kêm be.
Ji cotkaran Murat Aynelî jî got ku li herêmê çinîne ce dest pê kir û qasî ew texmîn dikin rekolte gorî par wê kêm be.