MÛSIL
Hat ragihandin ku li Mûsila bajarê Iraqê bi çekan ve êrîşî baregeha leşkeriyê kirin, di bûyerê de 13 leşker mirin û 17 leşker jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên leşkeriyê hatin hildan, kesên nediyar bi çekan ve êrîşî baregeha leşkeriyê ya ku li El-Mahlebiyeya bajaroka Mûsilê kirin. Di êrîşê de 13 leşker mirin û 17 leşker jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku dibe ku êrîşvan endamên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) bin.
Li bajarê Mûsilê tîmên ewlekariyê her tim di operasyonan de ne lê belê dîsa jî bûyerên tundiyê pêk tên.