LAGOS
Artêşa Nîjeryayê diyar kir ku ji 129 qîzên ku bi destê rêxistina Boko Haramê ve hatibûn revandin 121ê wan serbest hatin berdan.
Berdevkê Artêşê Chrîs Olukolade di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dema artêşê ji bo qîzên ku ji dibistana razemenî hatibûn revandin xelas bike operasyon dikir, dît ku 121ê wan hatine berdan, lê belê ji 8 qîzan hê xeber tune.
Artêşê destnîşan kir ku 10 qîz bi xwe ji destê êrîşvanan revibûn 111 hebê wan ji serbest hatin berdan û bi tevahî 121 qîz filitîn.
Hat diyarkirin ku der heqê revandina qîzan de kesekî şikbar hat binçavkirin û ji bo 8 qîzên din jî operasyon didomin.
Rayedarên artêşê diyar kiribûn ku hejmara qîzan wek 200î hatibû diyarkirin lê belê hejmara wan a rastî 129 e.