BEXDA
Li Bexdaya paytextê Iraqê di cihên cuda de teqîn çêbûn, di teqînan de 28 kes mirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlekariyê bi dest xistin, li semta Tûbciyayê ya li bakurê bajarê Bexdayê 4 wesayîten bombebarkirî hatin teqandin.
Di dema teqînê de, kesên çekdar erîşî girtîgeha El-Ahdasê ya ku nêzî cihê bûyerê ye kirin. Di vê navberê de pevçûn derket û 21 mehkûman jî vê yekê wekî derfetek ditîn û ji girtîgehê reviyan.