MOSKOVA
Li Moskovaya paytexta Rûsyayê Mesîhiyên Ortodoks ji bo ku ji gunehan paqij bibin di bin sifirê 25 pileyî de ketin ava sar. Li gor baweriya Mesîhiyên Ortodoks şeva 18 çilaya paşîn vaftîza Hz. Îsa ye û ji bo vê jî Mesîhiyên Ortodoks şeva 18ê çileya paşîn merasiman li dar dixin û dikevin avê. Ji ber ku li welêt demsala zivistanê ye hewa pir sar e û bawermend di vê hewaya sar de dikevin avê.
Merasimên ku bawermend dikevin avê bişev dest pê dike û heta sibê didome. Di merasiman de dîmenên rengîn derdikevin holê.