Midûrê Nehiya El-Azîmê Ebdulcebbar el-Ûbeydî, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hin kesên nasname nediyar nîvê şevê rêbejaya herêmê girtin, 6 ajokarên tiran kuştin û 2 wesayît jî şewitandin.
Ûbeydî diyar kir ku êrşîker piştî bûyerê revîn û cinazeyê ajokaran jî şandin tiba edlî. Hat zanîn ku ajokarên hatin kuştin ji Iraqê ne.
Rêya li ser bûyer qewimî wek "rêya mirinê" tê binavkirin.