20 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2016
BEXDA
Hat ragihandin ku der heqê Waliyê berê yê Mûsilê û Fermandarê Pasevanên Neynewayê Esîl Nuceyfî da bi îdiaya "peywendîdanîn bi welatê biyanî ra" biryara desteserkirinê hat derxistin.
Berdevkê Daraza Bilind Ebdussettar Bayraktar di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha got, "Sê endamên meclisa parêzgehê yên ku nûneratiya Mûsilê dikin, di 21ê Berfanbara 2015an da serî li Dadgeha Navendî ya Lêpirsînê dan û herwiha zanyarî dan ku Nuceyfî bi welatê biyanî ra peywendî danî, bona hêzên tirk asankarî kir ku bên Mûsilê û li kampa Zêlkan a li Duhokê baregeheke leşkerî ava bikin."
Bayraktar herwisa di daxuyaniya xwe da got ku dadgehê di heman rojê da ji kesên navdar gilîdar bû û ji wan xwest ku şahidan bînin û wiha xeberda, "Du roj berê ji kampa leşkerî du şahid hatin û der heqê qewimînin li kampê pêzanîn dan. Dadgeh gihîşt belgeyên fermî û wêneyan ku nîşan didin, li kampê leşkerên tirk hene."
Berdevk Bayraktar herwiha destnîşan kir ku bi erkê madeya 164emîn a qanûna cezayê, ji ber sûcê "peywendîdanîna bi welatê biyanî ra" bona Nuceyfiyê ku Bayraktar ew wekî "berşik" tewsif kir, biryara desteserkirinê hat derxistin.