Li Hewlêra bajarê Iraqê "Fûara Show a Auto ya Erbîlê ya 6emîn" eleqeyeke zêde dît.
Fûar li cihê Fûara Navneteweyî ya Hewlêrê hat organîzekirin û gelek welatiyan ziyaret kir.
Gelek kes jî ji bo ku wesayitên luks bibînin ji Kerkûk, Silêmaniyê û Dihokê hatin fûarê.
Li Iraqê baca wesayitan kêm e û bihayê benzînê jî erzan e. Ji ber vê yekê welatî herî zêde eleqeyê nîşanî wesayitên motorên wan baş in didin.
Ji organîzatoran Melîke Çankayayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got : "Ji 11 dewletan 50 fîrma beşdarî fûarê bûn. Ji Tirkiyeyê jî 20 fîrmayan stant vekir. Ev sê roj e eleqeyeke zêde heye."