SILÊMANIYE
Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê Ferît Esesert der heqê operasyona ji bo rizgarkirina Mûsilê de got ku heke bi tenê milîsên Îranê û artêşa Iraqê beşdar bibin ev yek wê bibe sedema bobelateke mezin û şerê mezhebî û wiha pê de çû: "Waliyê Mûsilê Esil Nûceyfî di serî de hêzên din ên li herêmê ji bo alternatîfeke li hemberî milîsên Îranê û pêşmergeyan dixwazin ku Tirkiye jî di operasyona xilaskirina Mûsilê de cih bigire."
Serokê saziya ku navenda wê li Silêmaniyeyê ye Esesert daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku di operasyona ku ji bo Mûsilê ji destê DÎŞIyê xilas bikin de divê teqez hêzeke sûnî jî cih bigire û wiha got: "Heke bi tenê Artêşa Iraqê û milîsên Îranê li ser bajêr de bigrin ev yekê bibe sedema bobelateke mezintir û wê demê jî dê bûyerên ji ber şerê mezhebî derbikevin."
Esesert ragihand ku komek polês û eskerên sûnî yên ji bo beşdarî operasyona Mûsilê bibin li Hewlêrê tên perwerdekirin û ji bo pirsa 'Gelo pêşmerge jî wê di operasyonê de cih bigrin an na?' jî wiha axivî: "Heta niha merciyên siyasî yên herêmê biryareke eşkere nedane. Ji ber vê jî beriya biryareke leşkerî lazim e ku ji hêla siyasî ve biryar bê dayîn. Beşdarbûna hêzên pêşmergeyan di pêvajoya pêş me de wê eşkere bibe."
- "Xelkê Mûsilê dixwaze Tirkiye jî di operasyonê de cih bigire"
Serokê navendê ragihand ku xelkê Mûsilê jî dixwaze Tirkiye di operasyonê de hebe û wiha dewam kir: "Waliyê Mûsilê Esil Nûceyfî di serî de hêzên din ên li herêmê ji bo alternatîfeke li hemberî milîsên Îranê û pêşmergeyan dixwazin ku Tirkiye jî di operasyona xilaskirina Mûsilê de cih bigire. Lê hikûmeta navendî ya Iraqê diyar kir ku wê nehêle tu hêzeke ji derveyî welêt beşdarî operasyonê bibe."
Ferît Esesert alîkariya leşkerî ya ku Tirkiyeyê bi du teyareyên kargoyê ve ji Iraqê re şand nirxand û wiha got: "Enqereyê bi vê hemleyê nîşan da ku li dijî DÎŞIyê ye û xwest ku bila çar aliyê dinyayê vê yekê bibîne. Di heman demê de ev bersiveke ku ji destpêka êrîşên DÎŞIyê heta niha pê dihat sûcdarkirin e jî. Bi vê yekê nîşan da ku li aliyê eniya ku li dijî DÎŞIyê hatiye avakirin digre."