Elif Orhan
01 Mijdar 2017•Rojanekirin: 02 Mijdar 2017
MÛSIL
Li Iraqê Waliyê Mûsilê Newfel Akubê ku ji peywir hat dûrxistin îdia kir biryara ku hat dayîn "muteber nîne" û diyar kir ku dê serî li darazê bide.
Akub di daxuyaniya xwe ya nivsîkî de got ku "Biryara ku Meclisa Wilayetê di rûniştina îro de der heqê min de sitand muteber nîne. Ezê der heqê mijarê de serî li darazê bidim."
Akub Serokê Meclisa Wilayeta Mûsilê bi gendeliyê sûcdar kir û parast ku der heqê du endamên meclisê de jî bi ber îdiayên teror û genedliyê der heqê wan de biryara girtinê heye."
Meclisa Wilayeta Mûsilê bi hinceta ku "gendelî û zirar daye malê kamûyê" Walî Akub bi yekdengî ji peywir dûr xistibû.