Li Iraqê Waliyê Mûsilê Esîl Nûceyfiyê ku demek berê niha ji wezîfeya xwe hat dûrxistin got ku artêşê û milîsên şiî berê xwe dane Ramadiya di bin kontrola DAEŞê de, ji bo Mûsilê xebateke cidî û plana rizgarkirinê tune.
Nûceyfiyê ku hikûmeta navendî ya Iraqê mehek beriya niha ji wezîfeyê dûr xist, di ofîsa xwe ya xebatê ya li Hewlêrê de bersiva pirsên rojnamevanê AAyê da.
Nûceyfî got piştî ku DAEŞê Ramadiya navenda wilayeta Enbarê bi dest xist, operasyona Mûsilê hat taloqkirin û wiha axivî: "Tekane herêma ku niha artêşa Iraqê û milîsên şiî bala xwe didinê Ramadî ye. Ji ber vê jî ji bo Mûsilê tu xebateke cidî û plana rizgarkirinê tune. Dibe ku piştî meha remezanê amadehiyekê bikin."
Nûceyfî qal kir ku DAEŞê li Mûsila ku salek e di bin kontrola wê de ye wekî berê hêzdar nîne û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Di nav endamên DAEŞê de gendelî û bûyerên pererevandinê diqewimin. Gelê Mûsilê yê ku ji vê rewşê aciz e, ji bo ku demildest ji vê rêxistina terorê xilas bibin li rêyan digerin. DAEŞ kontrola xwe ya ser Mûsilê winda dike. Êrîşên hêzên koalîsyona di bin serkêşiya DYAyê de yên ser bajarê Mûsilê gelek bandor ser rêxistinê kir. Terorîst êdî wekî berê nikarin şer bikin. Li navenda Mûsilê û hawirdora wê jimara endamên DAEŞê ji 20 hezarî derbas nabe. Heke êrîşên ji hewayê berdewam bikin dê jimara endaman bêtir kêm be. Ji ber ku divê pereyê van milîtanan bê dayîn gelek bîrên neftê yên di bin kontrola DAEŞê de hatin xilaskirin. Niha tenê bi eşyayên ku bi dest dixin pere qezenc dikin."
- Ji wezîfeyê dûrxistina wî
Nûceyfî îdia kir ku li pişt biryara ji wezîfeyê dûrxistina wî "ne hikûmeta Iraqê, Îran hey" û wiha axivî:
"Biryara ji wezîfeyê dûrxistina min rewşeke derasayî ye. Ne Bexdayê, Îranê ev biryar da. Li tevahiya Iraqê tekane herêma ku bandora Îranê wir tunebû, Mûsil bû. Ji bo ku vê rewşê biguherînin û wir jî bixin bin bandora xwe ez wekî astengiyek dîtim. Ji ber vê li ser biryara Îranê hat xwestin ku min ji wezîfeyê dûr bixin. Niha yek ji xetên derbasiyê yên herî girîng ên ku Sûriye û Iraqê digihîne hev, Mûsil e. Îran ji ber vê dixwaze ku hikûmeta Iraqê di dema herî kurt de wir kontrol bike. Heşdî Şabî dê di vê mijarê de arîkariya Îranê bike. Heke ev hêz beşdarî operasyona xilaskirina Mûsilê bibe dê her tişt biqede."
Nûceyfî parast ku di nav hikûmeta navendî ya Iraqê de "Aliyekî ku ji bo Îranê dixebite an jî ji bin emrê wî dernakeve heye" û wiha axivî: "Ew kesê ku vî welatî bi rê ve dibe serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî nîne. Hê jî kesê ku di vê mijarê de bandora wî heye û înîsiyatîfê digire ser milê xwe Nûrî Malikî ye. Heke ez bibêjim li Iraqê dewleteke kûr heye, dê eşkeretir be. Kesên ku vê dewletê bi rê ve dibin jî milîsên şiî ne. Ev milîs jî girêdayî Îranê ne. Bexda ji hikûmeteke ku di bin siya Îranê de pê ve tişteke din nîne."
- Spasiya arîkariya Tirkiyeyê
Nûceyfî diyar kir ku Tirkiye perwerdeya leşkerî dide hêzên sunî yên ku ji bo operasyona Mûsilê amadehiyê dikin û wiha axivî: "Pisporên leşkerî yên ku ji Tirkiyeyê hatin perwerdeyê didin hêzên sunî. Em di vê mijarê de gelekî baş pêş ketin. Ez dixwazim ku deynê ser sitûyê me ye ku em spasiya Tirkiyeyê bikin. Di serî de Tirkiyeyê gotibû ku dê arîkariya çekan bide lê vê tenê bi piştgiriya lojîstîk û perwerdeya leşkerî re sînordar kirin. Gelê Mûsilê Tirkiyeyê ji bo xwe wekî welatê herî dost dizane."
Tirkiyeyê arîkariya leşkerî dabû hikûmeta navendî û Herêma Kurdistana Iraqê.