10 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2017
BEXDA
Li Bexdaya paytexta Iraqê ji ber "serfiraziya dijî DEAŞê" merasîma leşkerî hat lidarxistin.
Merasîm li navenda Bexdayê li Herêma Kesk a ku avahiyên hikûmetê lê ne û tê parastin, hat lidarxistin. Serokwezîr û Serfermandarê Hêzên Çekdar Heyder el-Ebadî, rayedarên din ên dewletê û nûnerên hin mîsyonên biyanî beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîma leşkerî da ligel şaxên artêşê, teşkilata polêsan û hin grûbên Heşda Şabî numayîş kirin. Firokeyên cengê jî firîna numayîşê kirin.
Ebadî duhê axaftina serfiraziyê kiribû û ragihandibû ku wan li dijî DEAŞê serfiraziya teqez bi dest xist.
Li wî welatî ji ber serfiraziyê îro wekî betlane hatibû ragihandin.