Peymana Aştiya Civakî, ji hêla Serokwezîr Nurî el- Malîkî, Cîgirê Serokwezîr Hudayr el- Huzaî, Serokê Parlementoyê Usame en- Nuceyfî, nûnerên Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê, Hevgirtina Neteweyî ya Şiîyên Iraqê û Partiya Îslamê ve hat îmzekirin.
Serokê Tevgera Sadr Mukteda es- Sadr, Serokê Bloka El-Iraqiyeya muxalif Iyad Allavî peymana ku bi hewldanên Cîgirê Serokwezîr Salîh el- Mutlak ve hat amadekirin, îmze nekirin.
Cîgirê Serokwezîr Huzaî di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku ji bo peymanê ev çend meh in hevdîtin didomin û got ku hêvîdar im yên ku peyman îmze kirin, ji niha pê de bi baldarî û hesas tevbigerin. Tevger û nêrînên muxalifên peymanê dê bibe sedemê pirsgirêkên mezin.
Serokwezîr Malikî jî diyar kir ji ber rewşa qrîtîk ya welêt peyman bi dilnexwazî îmze kir û wiha axivî: "Bandora bûyerên li herêmê taybetî jî yên li sûriyê bandorê li ser Iraqê dike. Heke aloziya herêmê zêde bibe dê Iraq bimîne nava van aloziyan de. Em di vê rewşê de mecbûr man ku vê peymana ku gelekî girîng e, ji bo lihevkirinê bi bêdilî îmze bikin. Bila neyê jibîrkirin ku ev peyman ji bo destûr, serokomarî, hikûmet û parlementoyê alternatîfek nîne. Em aliyên ku peyman îmze nekirin boyqot nakin, em ê ji bo ku îmze bikin hevdîtinên xwe bidomînin."
Serokê Parlementoyê Nuceyfî jî temenî kir ku bila peyman neşibe wan hewldanên ku hêj nayên sepandin, betal dibin û got ku ev peyman dê bibe berberiya me ya dawîn ya siyasî. Ji bo ku peyman dawî li hemû xerabiyan bîne em ê piştgirî bidin hev.
Arîkarê Serokwezîr Ruz Nurî Şawis li ser navê Serokê Birivebiriya Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Mesud Barzanî axivî û der barê senaryoyên bi kaswet yên ji bo dahatûya welêt hişyarî da.
- " Peymana Aştiya Civakî"
Peymana aştiya civakî ji 11 madeyan pêk tê û bi peymanê tê payîn ku yekitiya gelên Iraqê bê parastin û derfet nedin ku dabeşkariya dîn, mezhep û nijadî bê kirin.
Bi peymanê tê destnîşankirin ku dîyalog ji bo çareserkirina pirsgirêkan û problemên ku bandor li ser siyasetê dikin, tekane rê ye. Pirsgirêk ne bi rêya çapemeniyê, divê bi riya hevdîtinên dualî bên çareserkirin.
Di peymanê de hat diyarkirin ku divê di navbera hemû alîyan de pêbawerî bê avakirin, partiyên siyasî teahhûd bikin ku ji bo xizmeta welêt û welatiyan bi hevkarî bixebitin. Tê xwestin ku divê bê tawîz li hember bûyerên şîdetê yên li welêt, bisekinin û li dijî komên şîdetxwez yên wekî El-Qaîdeyê jî bi hev re tevbigerin.