Destûrmendên Navenda Kontrolê ya Ajalan diyar kirin ku di lêkolîna li malekê de 850 marên ku bi awayekî derqanûnî dihatin firotin, bi dest xistin.
Hat diyarkirin ku bihayê maran nêzî 500 mîlyon dolarî ye. Li New Yorkê, li gorî qanûnan xwedî kirin û bazirganiya pîtonên Burmayê qedexe ye.
Rîchard Parrînelloyê ku di mala wî de mar hatin dîtin, bi sûcên "di mal de xwedî kirina maran" û "bazirganiya maran" ve, dê were darizandin.
Marên pîton meha derbasbuyî li Kanadayê 2 zarok di xewê de xeniqandibûn.