21 Îlon 2017•Rojanekirin: 22 Îlon 2017
BEXDA
Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê diyar kir ku li Hewîceya navçeya Kerkûkê ya ku lê operasyona dijî DEAŞê dan destpêkirin di navbera 800î û hezar û 500î da milîtan hene.
Yehya Resûlê Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê û Ryan Dîllonê Berdevkê Hêzên Koalisyona Navneteweyî di civîna çapemeniya ya havpar a ku li Bexdayê hat lidarxistin da der barê operasyona ku îro destê sibê li Hewîceyê dan destpêkirin da agahî dan.
Resûl diyar kir ku artêş, polêsên federal, hêzên çalak û Heşdî Şebî di operasyonê da wezîfeyê dikin bi hêzên pêşmergeyan ra jî di nav kordinasyonê da ne.
Resûl destnîşan kir ku beriya operasyonê bi teyareyên şer va bombe di ser kozikên DEAŞê da barandin û got, "Xeta berxwedana DEAŞê hat şikênaştin. Em ê çend saet şûnda xilaskirina gundên li rojhilatê Şirgatê diyar bikin."
Resûl pirseke li ser hebûna rêxistinê ya li navçeyê wiha axivî: "Hejmara endamên DEAŞê yên li Hewîceyê di navbera 800î û hezar û 500î da ye. Piraniya van ji milîtanên biyanî pêk tên."
Dîllonê Berdevkê Hêzên Koalisyona Navneteweyî jî got ku ji hewayê ra piştgiriyê didin hêzên Iraqê û îstixbaratê bi wan ra pare vedikin.
Dîllon wiha pê da çû: "Hêzên koalisyonê di mijara ji DEAŞê paşdahildana erdên Iraqê da li cem Iraqê ye. Em ji operasyonên li Enbar û Hewîceyê memnûn in. DEAŞ her roj erd winda dike. Di dawiya dawîn da ew ê di destê wê da qet cî nemîne.
Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê îro destê sibê di daxuyaniya xwe da gotibû ku gava ewil a pêvajoya operasyona ji DEAŞê xilaskirina Hewîceyê avêtine.
DEAŞa rêxistina terorê ji hezîrana 2014an vir da Hewîceya li rojavayê Kerkûkê û dorberê wê hildaye bin destê xwe.