21 Îlon 2017•Rojanekirin: 21 Îlon 2017
ÎDLIB/ANKARA
Xan Şêxûna li ser Îdliba bajarê Sûriyeyê serê sibê êrîşa esmanî hat kirin û ji heman malbatê 3 kes hatin kuştin.
Enes Diyabê berdevkê parastina sivîl ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku serê sibê ji ber êrîşeke esmanî ji heman malbatê 3 kes mirin.
Diyab got ji heman malbatê zarokek jî dema li ber derî dileyîst birîndar bû.
Rejima Esed di 4ê nîsanê de li Xan Şêxûnê bi çekên kîmyayî va herî kêm 100 sivîl kuşt.
Li başûrê Îdlibê jî ev 3 roj in êrîş tên kirin, 12 sivîl jî li vir mirin.
- Rewşa li Îdlibê
Di adara 2015an de Îdlib kete destê muxalifan û her tim rejimê êrîş li vê derê pêk anî.
Rejima Esed di 4ê nîsanê de li Xan Şêxûnê bi çekên kîmyayî va herî kêm 100 sivîl kuşt.
Ji ber hevdîtinên li Astanaya paytexta Qazaxistanê qasî 2 meh û nîvan êrîşên esmanî nehatibûn kirin.
Lê car caran rejimê êrîşî bajarê ku 2 milyon û nîv kes lê dijîn dikir.