Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat bidestxistin, hin kesên ku nasnameya wan hê jî diyar nebû bi çekên otomatîk ve êrîşê malên Zeyûneya semta paytextê kirin. Di bûyerê de jê 26 jin û 2 leşker bi tevahî 31 kes mirin û 2 kes jî birîndar bû. Li nêzî xwaringeheke li Huseyniyeya semta li bakûrê Bexdayê jî otomobîleke bombe barkirî teqiya û di encamê de 3 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.
Li herêma Yûsifiyeya li başûrê Bexdayê jî êrîş birin li ser polêsên ku derketibûn dewriyeyê û di encama vê êrîşê de jî 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bû. Ji ber teqînê wesayîtên li derûdor gelekî xesar dît.
Li Bexdaya paytexta Iraqa ku ev demek e di deshelatiyê de valahî çêbûye, car caran êrîş û teqînên bombeyê pêk tên.