- Teqînên hevdem
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xistin teqîna yekemîn li herêma Sadr a li rojhilatê bajêr çêbû. Pişt re li taxên Şaab, Kerade û Belediyatê û li ber navendeke danûsitandinê kesên nasnameya wan nediyar wesayîtên bombebarkirî teqandin. Di hevdema van êrîşan li taxên Dewre û Mûamilê jî wesayîtên bombebarkirî hatin teqandin.
Di 9 teqînan de 20 kes mirin û 50 kes jî birîndar bûn. Li derûdor jî gelek zirar çêbû. Li kolan û kuçeyên ku teqîn çêbûn ji bo demekê ji hatûçûyê re hatin girtin. Li bakurê Bexdayê duh bi şev bi wesayîtên bombebarkirî 2 êrîşên cuda hatibûn lidarxistin û di êrîşan de 11 kes miribûn û 24 kes jî birîndar bûbûn.