Haydar Şahin
14 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2017
BEXDA
Hat ragihandin ku li Babîla wîlayeta Iraqê êrîşî "Korek Telekom" a operatora têlefonan ya nêzî Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî kirin û 9 xebatkar revandin.
Di daxuyaniya ofêsa Korek Telekomê da wiha hat gotin: "Komeke çekdar do berêvarê êrîşî navenda Korek Telekom a operatora têlefonan a li Hîlleya navena Babîlê kir. Di êrîşê da navenda operatorê zirareke mezin dît û 2yên wan endezyar bi tevahî 9 xebatkarên me hatin revandin."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku piştî êrîşê li Babîl, Necef, Kerbela, Dîwaniye û Musennaya wîlayetên Iraqê înternet çû.
Korek Telekoma ku navenda wê Hewlêr e tê zanîn ku şirketa malbata Barzanî ye.