TOKYO
Li Tokyoya paytextê Japonyayê nêzîkî balafirgeha Chofuyê balafireke taybet ket. Di qezayê de 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Çavkaniyên polêsan daxuyandin ku li rojavayê Tokyoyê balafireke taybet ket. Hat gotin ku di qezayê de 2 mêrên ku di balafirê de bûn û jineke ku di mala balafir di ser de ket û ew di wê mala xwe de bû, mirin.
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Kyodo Newsê di qezayê de 5 mal û wesayîtek şewitîn û 4 kes jî birîndar bûn.