Li ser banga Serokwezîr Şînzo Abe hilbijartina giştî dest pê kir. Di encamên hilbijartinê de wê 475 endamên Dîeta ku şaxa perlementoya Japonyayê ye bên hilbijartin.
Serokwezîrê Japonyayê Abe di 2012an da wezîfedar bû. Abe ji bo ku polîtîkayên xwe yên di warê aboriyê da xurt bike banga hilbijartinê kir.
Ji bo hilbijartina endamên şaxa parlementoyê hezar û 191 kes bûn namzed. Li gor sala 2012an hejmara partiyên ku beşdarî hilbijartinê bûn kêm in.