26 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2015
ÎSTANBUL
Serokwezîr Ahmet Davutoglu wiha got: "înşallah em ê bi awayekî li ser van axan li gor helwesteke hevpar a qederî heyameke nû bidin destpêkirin. Em ê ji aliyekê va bi terorê ra têkoşînê bidin, ji aliyekê va jî ji demokrasiyê, ji azadiyan, bi qasî serê derziyê veger wê çênebe.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Uskudarê Nev Mekan Kafeyê bi ciwanan ra hat bal hev û pirsên der barê rojevê da bersivandin.
Davutoglu di destpêkê da ji xwendekaran ra behsa bîranînên xwe yên heyama endamtiya hîndekariyê kir.
Xwendekarê Beşa Perwerdeya Taybet ya Zankoya Marmarayê Omer Yîgîtê îdirî li ser pêvajoya çareseriyê pirsek pirsî û Davutoglu jî got ku wan ji bo serkeftina pêvajoyê hewl da û ew ê vê hewla xwe bidomînin û wiha dewam kir:
"înşallah em ê bi awayekî li ser van axan li gor helwesteke hevpar a qederî heyameke nû bidin destpêkirin. Lêbelê bila şika tu kesî tunebe, piştî ku di 22yê tîrmehê da li Ceylanpinarê du polêsên me di xewê da ji stukura xwe va hatin cangorîkirin, operasyona hizûr û demokrasiyê dest pê kir. Heta ku şert û merc çênebin, tu bi rehetîkî neçî Îdirê, hevalekî te yê din neçe bajarê xwe, Hekkariyê, Diyarbekirê û Agiriyê, bi malbata xwe bi rehetîkî li wan deran nemînin, em ê operasyonê bidomînin. Em ê ji aliyekê va bi terorê ra têkoşînê bidin, ji aliyekê va jî ji demokrasiyê, ji azadiyan, bi qasî serê derziyê veger wê çênebe. Em ê êdî tu carî destûrê nedin ku rêxistinên terorê ciwanên me bixapînin û bibin bixin nav şer û pevçûnan."
Davutoglu ragihand ku medya azad e, kêfa kê ji kîjan partiyê ra were, piştgiriyê dide wê partiyê û wiha dewam kir:
"Medya azad e, her kes dikare piştgiriyê bide partiya li gor dilê xwe, her kes dikare serokê siyasî yê ku ew dixwaze derxe pêş. Di vê mijarê da kes nikare kesî sînordar bike, lê mixabin li Tirkiyeyê mijara herî nebaş, wek gelek mijaran di mijara medyayê da jî alîgirî heye. Li vê derê êdî exlaqê çapemeniyê nayê raçavkirin, ji objektîfiyê dûrketin heye û bi temamî ji bo operasyonê dikin ku helwestê biguherînin."
Davutoglu ji ciwanan rica kir ku ew çekê nedin destê xwe û wiha dewam kir:
"Vêga em mecbûr in ku ji aliyekê va bi terorê ra têkoşînê bidin, heke na em ê nikaribin van ciwanan ji destê wan xilas bikin, lê ez ji aliyekê va jî ji bo ciwanên ku dixapînin û dibin, digirîm. Lewra ew ciwanên me ne. Divê ew ji destê me neçin. Ji we jî rica min a sereke ye ku bi dilê xwe ra bişêwirin, bi zimanê xwe, bi nêrîna xwe biaxivin, lê bi tu awayî bi çekan bersivê nedin, bi tundiyê bersiv nedin."
Davutoglu bal kişand ku DAEŞ îslamê tewanbar dike û wiha dewam kir:
"Em li dijî hişmendiya DAEŞê tevdîra fîîlî distînin. Ji bilî vê tevdîrê, divê em li dijî wê hişmendiyê di heman demê da têkoşîneke îdeolojîk jî bidin. Lewra dînê îslamê bi tu awayî vê hişmendiyê qebûl nake û dînê me tawanbar dike. Ji ber vê çendê têkoşîna me wê yek alî nebe. Çawa ku dema em bi PKKê ra, bi têkoşîna terorê ra têdikoşin, ji bo ku zirar negihîje welatiyên me yên kurd û ji bo ku em welatiyên kurd qezenc bikin girîngiyê didin, dema ku em DAEŞê ra jî têkoşînê didin, ji bo ku dînê îslamê tawanbar nebe jî divê em dîqet bikin."
Davutoglu der barê Dîlek Dogana ku di operasyona Sariyerê da birîndar bû û paşê li nexweşxaneyê mir da got ku lêkolînên hewcedar hatin kirin û wiha dewam kir: "Der heqê vê keça me ya ciwan da wek hemû bûyerên din, lêkolînên hewcekirî tên kirin. Tevdîrên ewlehiyê pir bi dîqqet tên dîtin, lê heke ku tiştekî şaş hebe, peyê vê şaşitiyê tu wextî nayê berdan, çi hewce bike, tê kirin."