Önder Beyter
12 Gulan 2020•Rojanekirin: 13 Gulan 2020
Li paytextê Efxanistanê Kabulê li herêma Deşta Barçiyê li dijî nexweşxaneya ku rêxistina Doktorên Sînornenas lê fealiyetê dike êrîşa çek û bombeyê hat kirin.
Alîkara Berdevka Wezareta Karên Navxweyî Merwe Amîniyê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku li dijî nexweşxaneya li herêma Deşta Barçî ya Kabulê êrîşa çekdarî hat kirin.
Amîniyê diyar kir ku li beşa welidînê ya nexweşxaneyê êrîşkar û hêzên ewlekariyê bi hev çûn û pevçûn didome.
Amîniyê her wiha got ku gelek hêzên ewlekariyê bo ciyê bûyerê hatin şandin.
Şahidan jî destnîşan kir ku heta niha 4 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin li beşa welidînê ya nexweşxaneya ku rêxistina Doktorên Sînornenas lê fealiyetê dikin, çend doktorên biyanî jî dixebitin.
Talibanê ragihand ku eleqeya wan bi êrîşê ra tuneye.