Türkan Tosun
12 Gulan 2020•Rojanekirin: 12 Gulan 2020
Li Çînê di 24 saetan de tenê kesekî da vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hat dîtin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî ya Çînê, li welêt di 24 saetên dawîn da tenê kesekî da Kovîd-19 hat dîtin ku çavkaniya wî dervayî welêt e û tu kes ji ber vîrusê nemir.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin rewşa 10 kesan giran e, 115 nexweşên Kovîd-19ê tên tedawîkirin, hejmara kesên vîrus bi wan ra heye jî gihîşt 82 hezar û 919an.
Li Çînê heta niha 4 hezar û 633 kes ji ber şewba vîrusa koronayê mirin.
Ji hêla din ji ber ku li bajarê Wuhanê di rojên dawîn da hejmara kesên bi vîrusê ketin zêde bû test wê bên kirin.
- Li Koreya Başûr 27 waqieyên nû û 2 mirî
Li gorî daxuyaniya Navenda Kontrol û Pêşîlêgirtina Afatê ya Koreya Başûr, li welêt di 24 saetên dawîn da di 27 kesên din da Kovîd-19 hat tesbîtkirin, 2 kes jî ji ber vîrusê mirin.
Li welêt heta niha 258 kes ji ber şewbê mirin, hejmara giştî ya kesên bi vîrusê ketine jî derket 10 hezar û 258an.