Nihat Kavşut
07 Mijdar 2017•Rojanekirin: 07 Mijdar 2017
KABUL
Li Kabula paytextê Efxanistanê dijî kanaleke televizyonê ya taybet êriş hat kirin û di êrîşê da kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Nacib Danişê Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "3 êrişkaran êrîş kir. Di êrişê da êrişkarek hat kuştin û 2 êrişkar jî ketin avahiya televizyonê."
Li gor rayedarên polêsan yên li herêmê di êrişê da kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Wek mayîn Talîbanê îdia kir ku tu têkiliya wan bi bûyerê ra tuneye.