Ekip
2017 ж. 07 қараша•Rojanekirin: 2017 ж. 08 қараша
BEXDA
Li Iraqê hikûmeta navendî di pêşnûmaya budçeya sala 2018an da para Hewlêrê ji sedî 5 kêm kir û ev jî di navbera herdu aliyan da qeyranê mezintir dike.
Piştî ku meclisa Iraqê pêşnûmaya budçeya 2018an amade kir, çapemenî gihîşt pêşnûmayê û derket holê ku di budçeyê da para Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) daxistine ji sedî 12,67an. Piştî ku Amerîkayê Iraq îşxal kir û plansaziyeke nû li Iraqê hat avakirin û ji 2004an heta ji budçeya Iraqê sedî 17 para rêvebiriya Hewlêrê diket.
Hikûmeta navendî budçeya 2018an 91 milyar dolar plan kir. Plankirina pêşnûmaya budçeya 2018an li gor 3,8 milyon warîl nefta ku ji giştiyê welêt rojane tê îxrackirin, hat hesabkirin.
Li gor reşnivîsa budçeyê ji hemû îxracata ku rojane tê kirin tenê 250 hezar warîl neft ji herêmên ku li ser HKIyê ne tên derxistin. Ji Kerkûkê jî rojane 300 hezar warîl neft tê derxistin.
Piştî referanduma HKIyê, rêvebiriya Bexdayê kontrola Kerkûk û herêmên binîqaş bi dest xist û bi kêmkirina budçeyê va jî li dijî Hewlêrê gaveke din avêt. Parlementerên kurd ên meclisa Iraqê dibêjin ku kêmkirina budçeyê li gor makezagonê nîne.
Parlementera Partiya Demokrat a Kurdistanê Necîbe Necîbê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û îdia kir ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li dijî gelê herêmê şerekî nû da destpêkirin.
Necîbê diyar kir, budçeya ku berê ji sedî 17 par dihat veqetandin, hat pejirandin û wiha dewam kir, "Li gorî pêşnûmaya budçeya nû, HKI wê ji Bexdayê 6,77 milyar dolar pişk ku dike ji sedî 12,67 werbigire. Li herêmê meaşê karmendan ê salane jî 8,47 milyar dolar e."
Mezintirîn koma meclisa Iraq ya şîe Hevpeymana Neteweyî ya Şîeyê jî destnîşan kir ku verastkirina budçeyê bi destê Wezareta Bazirganî û Plansaziyê li gorî îstatîstîkên parêzgehên welat hat kirin.
Parlementerê endamê hevpeymanê Mihemed es-Sahyud wiha got, "Bi rastî budçeya ku berê ji HKIyê ra hatibû dabînkirin, dijî destûr û hiqûqê bû. Hemû parêzgeh li gorî daneyên berdest bi qasî nifûsa xwe ji budçeyê pişkê distîne. Li gorî vê, pişka HKIyê jî ji sedî 12,67 e."
- Qeyrana budçeyê çawa dest pê kir?
HKI di gulana sala 2014an da xwest ku ji bêyî hikûmeta navendî ya Iraqê Kerkûk di serî da ji bîrên neftê yên li herêma wê diketin neftê derxe û îxrac bike û li ser vê Serokwezîrê wê heyamê Nûrî el-Malikî jî biryar da ku ji sedî 17 butçeyê yê bi awayekî qanûnî para Hewlêrê bû da sekinandin û neşand.
Hikûmeta navendî ragihandibû heke dahata nefta ku bi xeta boriyê ji ser Tirkiyeyê dihat îxrackirin teslîmî SOMOya şirketa neteweyî ya Iraqê nekin wê budçe neyê şandin. HKIyê ev daxwaz red kiribû û ev qeyran bi daketina bihayê neftê jî her çû zêde bû.
DI wê heyamê da rêveberiya Hewlêrê rojê bi qasî 550 û 600 hezar warîl neft îxrac dikir lê ji ber daketina bihayê neftê hat wî halê ku nikaribû mehaniya karmendên xwe razîne. Li HKIyê 260 hezar pêşmerge jî di nav da bi qasî milyonek û 200 hezar karmend hene û ji bo dayîna mehaniya wan jî mehê bi qasî 700 hezar dolar lazim dikir lê ji ber ku dahata Hewlêrê 400 milyon dolar bû kêmasî çêdibû û ji ber vê jî biryar hat dayîn ku wê ji mehaniya bê birîn û wisa hat razandin.
Hêzên Iraqê di encama operasyona ku 16ê cotmehê li dar xistin da di nav 48 saetan da kontrola bîrên neftê yên li Bay Hesen, Hawana û navenda Kerkûkê jî tê da xistin bin kontrola xwe. Ji ber vê sedemê rêveberiya Hewlêrê ji 300 hezar warîl nefta ku rojane derdixist ji dest da.
Serokwezîrê HKIyê Nêçîrvan Barzanî jî di daxuyaniya duh da piştrast kir ku piştî geşedanên li Kerkûkê dahata neftê ji sedî 50î kêm bû.