Türkan Tosun
20 Mijdar 2017•Rojanekirin: 20 Mijdar 2017
MELBOURNE
Li Kaledonyaya Nû ya ku li başûrê rojhilatê Okyanusa Pasifikê ye bi lerza 7.0 erdhejek çêbû.
Radyoya Zelandaya Nû di nûçeya xwe de got li gor Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê 68 kîlometre bakurê rojhilatê Girava Mareê ya Kaledonyaya Nû erdhejek çêbû.
Li gor nûçeyê erdhej 25 kîlometre di bin erdê da çêbû û lerza wê jî 7,0 e.
Lerza erdhejê li Kaledonyaya Nû û giravên li der û dora wê hat bihîstin û ji bo tsunamiyê hişarî hat dayîn.
Li gor agahiyên ewil di erdhejê de tu xisar çênebû.