KERKÛK (AA) - Li Kerkûka Iraqê civîna ewlehiyê hat kirin. Civîn li avahiya walîtiyê hat kirin û Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl, Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm û fermandarên pêşmergeyan beşdar bûn.
Li gor daxuyaniya ku di malpera fermî ya Serokatiya Kurdistanê da hat weşandin, di civînê da mijarên wek têkoşîna li dijî DÎŞIyê, rewşa ewlehiyê û rewşa eniyên şer hatin gotûbêjkirin. Li gor daxuyaniyê Kosret Resûl wiha got: "Divê dijminên baş bizanibin ku Kerkûk û herêmên ên kurdan ji bo me xeta sor in. Em amade ne ku ji bo van herêman bedel bidin."
Resûl destnîşan kir ku amade ne ku li dijî êrîşên DÎŞIyê rawestin.
DÎŞIyê di 30yê rêbendanê da êrîşî Mele Evdila, Tel el-Werîd, Mekteba Xalid û Bîra Neftê ya Habbazeyê kiribû. Pevçûnên li van deran 2 rojan dewam kiribûn û di pevçûnan da ji 30yî zêdetir pêşmerge hatibûn kuştin. DÎŞIyê di heman demê da li dijî Otêla Qesra Kerkûkê êrîşa xwekujiyê kiribû.