TBMM
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş di komcivîna Koma TBMMyê ya HDPyê de axivî.
Demirtaş ji bo îdiayên ku dibêjin 'HDPyê biryar daye ku bi AK Partiyê ve li hev bike û wê wisa beşdarî hilbijartinên giştî bibe" bertek nîşan da û wiha got: "Bila her kes ji vê emîn bibe ku HDP ne partiya bazirganan e. Partiyeke ku bazariya erzan bike nîne. Partiyeke ku li pişt deriyên girtî lîstîkên qirêj bilîze nîne."
Demirtaş got ku ew fêm nakin ku muxalefet jî çima rika xwe kutaye HDPyê û wiha got: "Dibêjin ji bo ku hejmara parlementerên AK Partiyê zêde bibe HDPyê wek partî beşdarî hilbijartinê bibe û wê di bendavê derbas nebe. Bi vî awayî bi AK Partiyê re hevkariyê dike."
Demirtaş der barê van gotinan de bangî Kemal Kiliçdaroglu kir û wiha dewam kir: "Birêz Kiliçdaroglu li parlementoyê di navbera odeya min û te de 20 mêtro heye. Şûna ku tu baweriya xwe bi van gotinan tînî were qehweyeke min vexwe û em biaxivin. Partiya muxalefeta sereke bi îdiayekî ve nikare siyaseta xwe bike. Eyb e, heyfa milyonên ku piştgiriyê didin we. Kî li ku kî firotiye em biaxivin. Di hilbijartina herêmî de kî bi rastgiran re, bi nijadperestan re li hev kir? Kî di hilbijartina Serokomariyê de bi kî re peyman kir? "
Demirtaş got ku CHP û MHPyê di hilbijartina Serokomariyê de namzetekî hevpar derxistin û wiha dewam kir: "Niha radibin ji me re dibêjin HDP û AK Partiyê li hev kirine û dixwazin hişê mirovan tevlihev bikin. Ma we rasterast bi paşverûyan re , nijadperestan re, bi neteweperestan re hevkarî nekir? Hesabê vê nadin, lê rabûne bi dafikên qirêj ve HDPya ku bedel daye û heta îro hatiye sûcdar dikin. Ev tişta ku hûn dikin jî ji kêrî AKPyê tê. CHP dixwaze em bendavê derbas bibin an, di bin bendavê de bimînin? Lê wisa xuya dike ku CHP bendavê derbaskirina me ditirse."
Demirtaş daxwaza Recep Tayyîp Erdogan a sîstema serokatiyê rexne kir û wiha axivî: "Dibêje ez ê bibim serok. Tu yê nebî. Em ê tu carî sîstema te ya serokatiyê qebûl nekin. Tu yê di xewna xwe de bibînî. Bûye Serokomar, qesra wî heye, hikûmet û darizandin di bin emrê wî de ye. Medyaya wî heye, bi trîlyonan dewlemend e. Rektor girêdayî wî ne, walî, qaymeqam hemû di bin emrê wî de ne. Hemû welêt a wî ye lê dîsa jî têrê nake dibêje 'ez ê bibim serok'. Dibêje 'ez ê bibim zilamê tekane'."
Demirtaş behsa Seroka Şaredariya Muradiyeyê Safure Guneş jî kir û got ku di civîna çapemeniyê de polêsan çend caran bi copan ve serê wê xistine û xwînê avêtiye li ser mêjiyê wê.
Demirtaş wiha dewam kir: "Qey ew ne xwîşka sergirtî ya Tayyîp Erdogan e. Polêsên we bi copan ve xwestin ku jineke sergirtî bikujin, lê deng ji we derneket. Yên ku di berxwedana Geziyê de her tim digotin 'êrîşî xwîşka me ya sergirtî kirin' û qiyamet radikirin li ku ne? Tu daxuyaniyek jî nedan."