Haydar Şahin
08 Gulan 2018•Rojanekirin: 09 Gulan 2018
KERKÛK
Hat ragihandin ku li herêmên li başûrê Kerkûka bajarê Iraqê karta hilbijêran nedan 40 hezar hilbijêrî.
Xesan Asiyê Serokê Eşîra Ubeyd a li Kerkûkê diyar kir ku di belavkirina kartên hilbijêran ên ji bo hilbijartina giştî ya 12ê gulanê ya Iraqê da bêedaletî heye. Xesan Asî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku "Li herêmên hêzên artêşa Iraqê ji DEAŞa rêxistina terorê xilas kirin karta hilbijêran nedan 40 hezar hibijêrî."
Asî bal kişand ku belavnekirina kartên hilbijêran dereqanûnî ye, sedema nedayîna kartan hedefên siyasî ne, ditirsin ku ev li ser hilbijartinê tesîrê bihêle.
Asî xwest ku bira di dema herî kin da kartên hilbijêrên li gundên Hewîceyê û navenda navçeyê werin şandin, tirsa wan ew e ku hin kesên din kartên van hilbijêran bi kar bînin û di hilbijartinê da îxlalan bikin.
Erebên li Kerkûkê dijîn jî wekî berpirsyarê nedayîna kartên hilbijêran Buroya Kerkûkê ya Komîseriya Hilbijartinê ya Iraqê nîşan didin.
Li Iraqê kêmzêde 24 milyon hilbijêrên qeydkirî hene. Li gor serjimara welêt ji Kerkûkê 13 parlementer tên hilbijartin.