Ahmet Aydın
2016 ж. 11 қаңтар•Rojanekirin: 2016 ж. 12 қаңтар
BEXDA / HEWLÊR
Îdiayên ku Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji Rabîaya ku dikeve bakurê Mûsilê, heta sînorên wîlayetê yê Diyalayê ku dikeve rojhilatê Iraqê, dest bi kolana xendekan kiriye, li Iraqê bû sedema nîqaşan.
Kolana xendekan li deverên ku Kurd lê dijîn yên ku ji HKIyê hatine birîn, tirkmen û ereb hêrs kirin. Kurd dibêjin armanca yekem, parastina Pêşmergeyan e, ji êrîşên DAEŞê. Rayedarên kurd, di bersiva îdîayên ku tê gotin "kolana xendekan gavek e, ber bi serxwebûnê ve, piştî ku Serokê HKIyê referandûma serxwebûnê ragihand" dibêjin: "Ji bo serxwebûnê pêwîstî bi kolana xendekan tune ye". Lê belê tirkmen û ereb, îdîa dikin, HKI li derdora deverên ku li gor makezagona Iraqê pirsgirêk li ser in, yanî deverên ku dikevine nav sînorên wîlayetên Selahedîn, Diyala, Mûsil û Kerkûkê, xendekan dikole. Tê gotin jî ku ew xendek weke amadehiyekê ye ji bo serxwebûnê ku Serokê HKIyê Mesûd Barzanî wê di 2016an da, dest bi xebata wê bike.
Di Makezagona Iraqê da (Maddeya 140î) deverên weke Sihêla, Şêxan, Hemdaniyê, Tilkêf, Zummar, Şingal yên girêdayî wîlayeta Neynewayê, bajarê Kerkûkê, navçeya Tûzxurmatûya girêdayî wîlayeta Selaheddînê, navçeyên Xaneqîn, Mendelî û Bedr yên girêdayî wîlayeta Diyalayê, weke deverên "pirsgirêk li ser" têne nîşandan. Lê belê maddeya 140î ji ber li hevnekirinên kurd, tirkmen û ereban di dawiya 2007an da hatibû sekinandin.
Wezîrê Deverên Kurda yên Dervayî Herêmê Nesreddîn Seîd destnîşan kir ku li deverên pirsgirêk li ser, 2 armancên kolana xendekan ya Hikûmeta HKIyê heye û got, "Armanca yekem parastina pêşmergeyan e ji êrîşên DAEŞa rêxistina terorê. Armanca duyem jî ji ber ku hikûmeta navendî ya Iraqê nikare van herêman biparêze û herwiha HKI bi vê rêbazê, ji bo kişandina sînorên ku li gorî maddeya 140î pirsgirêk li ser in, dibe alîkar. Lê belê ew deverên ku pirsgirêk li ser in, hemî bi giştî ne di jêr kontrola pêşmergeyan da ne. Ji ber vê yekê ku dibêjin bi qasî hezar kîlometroyî xendek hatine kolan, derew e."
Endamê Encumena Seroktiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî anî ziman ku xendek ji bo parastina asayişa herêmê û bergiriya ji êrîşên DAEŞê hatine kolan û got, "Heger Bexdayê karîba van herêman biparêze, pêwîstî bi kolana xendekan ne dibû. Îdîaya ku dibêjin xendek ji bo destnîşankirina sînorên Kurdistanê ne ji rastiyê dûr e. Ji ber ku ji bo ragihandina serxwebûnê pêwîstî bi kolana xendekan nîn e."
- Tirkmen di vê mijarê da bi fikar in
Parlementerê tirkmen yê Kerkûkî Hasan Tûran anî ziman ku tirkmen ji ber kolana xendekan bi fikar in û got, "Kolana xendekan, ji Rabîaya ser sînorê Sûriyeyê dest pê dike heta Xaneqîna navçeya Diyalayê diçe. Em dixwazin Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di vê mijarê da daxuyaniyê bide, ka haya wî jê heye yan na."
- "Plana bi 3 perçekirina Iraqê"
Parlementerê berê yê bi esil tirkmen Fewzî Ekrem jî got, "Planên navdewletî hene ji bo Iraqê bikin 3 herêmên cuda weke Kurdistan, Şiîstan û Sunnîstanê. Deverên ku tirkmen tê da dijîn di nava van herêman da perçe dibin."
Ekrem herwiha got, "Kurd bi vê gavê dixwazin li wan herêman dahata neftê bi giştî bixine destê xwe. Karê kolana xendekan jî dane şîrketeke Fransî."
Di derbarê vê mijarê da, parlementerê Selaheddînê yê tirkmen Casim Muhemmed jî got, "Xendekên ku kurd ji sînorê Sûriyeyê heta Diyalayê dikolin, dijî hevpeymanên navneteweyî ye û îxlalkirina mafê civakên ku li wê herêmê dijîn e. Xendek bi qasî 3 metreyan kûr û bi qasî 3 metreyan jî fireh in. "
Endamê Komîteya Asayiş û Bergiriyê di parlementoya Iraqê da, Mecîd Xerrawî îdîa kir ku rewşa ewlekariyê û şerê dijî DAEŞê ji bo HKIyê bûye firset û ketiye nav hinek tevgeran da û got, "Tevgera kolana xendekan, amadekariya danîna sînoran e ji bo serxwebûnê ku xewna herî mezin ya kurdan e."