30 Mijdar 2015•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2015
KERKÛK
Wezareta Karên Navxweyî ya Hikûmeta Navendî ya Iraqê ya ku berî nuha Genaral Tahirê Rêveberê Polês yê YNKyî ji kar dûr xistibû, piştî dubare vegera wî bo ser karê xwe, vêca mehaneya meha mijdarê ya 12 hezar polêsî birî.
Li Kerkûkê meha îlona raborî operasyoneke dijî endamên rêxistina terorê ya DAEŞê, bibû sedema nakokiyê di navbera Cemal Tahirê Rêveberê polêsê Kerkûkê yê endamê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Orhan Cûmayê Rêveberê îstixbarata Kerkûkê yê tirkmenê şîî. Piştî vê bûyerê Walîtiya Kerkûkê Orhan Cûma ji kar dûr xist û Wezareta Navxweyî ya Hikûmeta Navendî ya Iraqê jî weke bersivdanekê Cemal Tahir ji kar derxist. Lê belê dubare vegerîna kar ya Cemal Tahirî, bû sedema acizbûna hikûmeta navendî û mehaneya 12 hezar polêsî ya meha mijdarê neşand. Encûmena Walîtiya Kerkûkê jî ji vê rewşê ra bertek nîşan da.
Serokê Encûmena Wîlayetê ya Kerkûkê Rêbiwar Talebanî anî ziman ku nedana mehaneyên polêsan tiştekî dervayê qanûnê ye û got, "Em weke nûnerên partiyan û aliyên siyasî ji vê biryarê nexweş in. Emê ji bo lêkolîna sedema nedana mehaneyan, lijneyekê ava bikin."
Endamê Encûmena Wîlayetê endamê Partiya Demokrata Kurdistanê (KDP) Mihemed Kemal destnîşan kir ku mafê Wezareta karê navxweyî ya Hikûmeta Navendî ya Iraqê tuneye ku mehaneyan bibire û got, "Ev cezayekî bi komî ye. Eger pirsgirêkek dewletê bi rêvebirekî dezgahekî hebe, mehaneya wî tê birîn yan jî ji kar tê avêtin. Lê cezakirina hemî karmendan nayê qebûlkirin. Di biryardayinên wisa da divê digel hikûmeta xwecihî bihata şêwirîn."
Parlemanterê Yekîtiyê Rêbiwar Taha jî bo nûçegihanê AAyê ragihand "Ev biryar biryareke exlaqî nîne. Eger Wezîrê Navxweyî di biryara xwe da bi israr be ev tê wateya piştgiriya terorê û DAEŞê. Bi raya min pêwîst bû ji ber serkeftinên wan, pîrozbayî li polêsên Kerkûkê bikira. Emê jî weke parlemantaran berteka xwe nîşan bidin. Emê bi şiklekî lezgîn Wezîrê Navxweyî dawetî Parlementoyê bikin û lêpirsînê der barê wî da vekin. Mafê wî nîne, mehaneya 12 hezar polêsê parêzvanên Kerkûkê bibire."
Siyasetmedarê kerkûkî yê bi esil ereb ku Cîgirê berê yê waliyê Kerkûkê Îsmaîl Hedîdî destnîşan kir ku pêwîst bû nakokiya di navbera wezîrê navxweyî û Rêveberê Polêsê Kerkûkê bandor li karmendan nekira û got, "Di demeke wiha da ku li wî serê Kerkûkê gefxwarinên DAEŞê hene divê ku piştgiriya polêsên Kerkûkê bê kirin."