ŞANLIURFA
Li Kobanêyê şerê ku di navbera komên kurdan û rêxistina DÎŞIyê de dewam dike li nêzîkî deriyê sînor mezin bû.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, nêzîkî 2 meha ne şer dewam dike û di van demên dawiyê de şer dîsa mezin bû.
Bi taybetî ji destê sibê vir de milîtanên DÎŞIyê êrîşên xwe yên li aliyê deriyê sînor ê Murşîtpinarê zêde kirin. Hat ragihandin ku milîtanên DÎŞIyê bi çekên giran ve êrîşî aliyê deriyê sînor kirin û heta 25 metreyan nêzîkî derî bûn û komên kurdan jî bersiv dan wan û milîtanên DÎŞIyê ji wê derê vekişiyan.
Balafirên hêzên koalisyona di pêşîkêşiya DYAyê de mewziyên DÎŞIyê bombe kirin.
15 kesên ku di şer de birîndar ketin bi ambulansan ve rakirin nexweşxaneyên Tirkiyeyê.
Wek mayîn ji ber ku êrîş li nêzîkî sînorê Tirkiyeyê tê kirin hêzên ewlekariyê tevdîrên xwe zêde kirin û nahêlin ku kesên sivîl ji herêmê re derbas bibin.