Önder Beyter
22 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2017
PRÎŞTÎNE
Li Kosovayê ji bo diyarkirina şaredar û endamên meclisê yên nû, xelk diçe ser sindoqan û dengê xwe dide.
Dengdayînê di bi seata Tirkiyeyê 08.00an da dest pê kir. Milyonek û 890 hezar û 952 hilbijêrên tomarkirî wê di 2 hezar û 505 sindoqan da heya seat 20.00an dengê xwe bidin.
Ligel 25 namzedên serbixwe, 35 partiyên siyasî, hevpeymanek û 30 jî rêxistinên sivîl di hilbijartinan da beşdar in. Li vî welatî hilbijartinên herêmî 4 salan carekî tên kirin û herwisa di hilbijartina herêmî da wê 38 şaredar û endamên meclisa şaredaran bên hilbijartin.