09 Nîsan 2017•Rojanekirin: 10 Nîsan 2017
ANKARA
Di çarçoveya referandûma guhertina destûrê da li dervayê welat û li deriyên gumrikê milyonek û 241 hezar û 837 hilbijêr çûn ser sandoqan û deng dan.
Li gorî agahiya ku ji Lijneya Bilind a Hilbijartinê (LBH) hat wergirtin, hilbijêran seba guhertina destûrê li hin nûnertiyên li dervayê welat û li deriyên gumrikê ji 27ê adarê pê va deng dan. Dengdayînê li 120 nûnertiyên li 57 welatan îro bidawî bibe. Li deriyên gumrikê jî dê heya 16ê nîsanê roja referandûma li Tirkiyeyê bidome.
Ji roja ku dengdayînê dest pê kir û heya niha li nûnertiyên li Almanya, DYA, Albaniya, Awistralya, Avûstûrya, Azerbaycan, Behreyn, Belçîka, Emaretên Yekbûyî yên Erebî, Bosna, Bulgari̇stan, Bri̇tanyaya Mezin û Qraltiya Yekbûyî ya Îralandaya Bakur, Cezayir, Çekya, Çîn, Danîmarka, Fînlandi̇ya, Fransa, Efrîqaya Başûr, Gurci̇stan, Holanda, Iraq, Îran, Îrlanda, Spanya, Îsraîl, Swêd, Swîsre, Îtalya, Japonya, Kanada, Qeter, Kazakistan, Komara Kirgiz, Kosowa, Kuweyt, KKTC, Lubnan, Luksemburg, Macaristan, Makedonya, Misir, Norwec, Ozbeki̇stan, Polonya, Romanya, Rûsya, Sîngapûr, Sûdan, Erebistana Siûdî, Tayland, Tirkmeni̇stan, Ukrayna, Oman, Urdin, Zelanda Nû û Yewnani̇stanê 1 milyon û 172 hezar û 830 hilbijêrî deng da.
Li deriyên gumrikê yên berwext ên li balafirxaneyan û herwiha li deriyên gumrikê yên din jî 69 hezar û 7 hilbijêr çûn ser sandoqê û dengê xwe dan. Bi vî hawî heya niha li dervayê welat milyonek û 241 hezar û 837 kesî deng da.