TRABLÛS
Ebdulezîz el-Xusadî yê li Libyayê di serdema Qeddafî de Alîkariya Serokê Meclisê dikir hat kuştin. Li gor agahiyan bi çek êrîşî el-Xusadî hat kirin û Xusadî di encama êrîşê de li cihê bûyer lê qewimî mir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin girtin, Alîkarê Serokê Meclisê yê Libyayê û Endamê Kongreya Neteweyî yê berê Xusadî dema ku ji navenda bajêr bi wesayita xwe vedigerî mala xwe rastî êrîşa biçek hatin. Nasnavê êrîşkaran hê jî diyar nebûye.