Li gor daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê hêzên girêdayê rejîmê ji hewa û bejayê êrîşên xwe didomînin. Di encama êrîşên biçekên giran de li Helebê 67, Hamayê 25, Derayê 22, li berbajarê Şamê 9, li Quneytayê 8, Xûmûsê 6, Deyrû'z Zor'ê 3, Îdlibê 2 û Lazkiyeyê kesek bi tevahî 143 kes mirin.
Hat diyarkirin ku di êncama êrîşan de 18 jê zarok, 14 jî jê jin bi tevahî 143 kes mirin.
Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Konseya Şoreşê ya Giştî ya Sûriyeyê (KŞGS) ve hat dayîn de, hêzên girêdayê rêvebiriya Şamê gule barandine li ser konvoya alîkariya însanî ya ku Neteweyên Yekbûyî (NY) şand herêmên ji aliyê hêzên Esed ve dorpêçkirî û di encamê de gelek kes mirin û gelek jî birîndar bûn.