Türkan Tosun
17 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2018
DIYARBAKIR
Li Liceya navçeya Diyarbekirê di operasyona li dijî endamên PKKya rêxistina terorê de 18 sitargeh û 6 teqemeniyên bi destan çêkirî hatin îmhekirin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê li Liceyê operasyona ku di 14ê çileya paşîn de li mezraya Keşkuvariya gundê Yalimliyê, li mezrayên Hevsel, Kîlîmlî, Mahmutlu, Dergan û Dokuzkata gundê Akçabudakê, li mezrayên Saglik û Seyrekê yên gundê Bayirliyê, li mezraya Konukluya gundê Yunluceyê û herêma çiyayê Horazîvanê dest pê kiribû qediya.
Di operasyonê de li gundên Akçabudak, Yunluce û Bayirliyê 18 sitargeh, 5 çal û şikeftek hat tespîtkirin.
Ev sitargeh û 6 teqemeniyên bi destan çêkirî hatin îmhekirin.
Di operasyonê de muhimatên roketavêjan yên RPG-7, fîşengên tivinga piyadeyan a M-16yan, fîşengên 4 tivingên nêçîrê, cil û berg, 6 teqemeniyên bi destan çêkirî, 9 tupên 12 kîloyî, 3 tupên biçûk, 40 kîlo amunyum nîtrat, 5 kîlo teqemeniyên biamunyum nîtrat û toza aluminyumê, lîtreyek asîta Sulfurîc, lîtreyek asîta Nîtrîc û lîtreyek asîta Hydrochlorîc, 32 blokên pîlan, 317 mêtro qabloya ceyranê, 486 konserve, 85 kîlo şekir, 50 kîlo ar, 30 kîlo şehriye, 18 kîlo birinc, 15 kîlo savar, 10 kîlo maqarne, 2 çenteyên piştê, 31 cot sol, gelek cil û berg û xurek hatin bidestxistin.
Ji hêla din ve li mezraya Tarakliya gundê Kazandagiyê ya Sîlvanê jî teqemeniyeke ku di nav 2 tupên 12 kîloyî de bi 100 kîlo amonyum nîtratê û şekir va hatine amadekirin hatin îmhekirin.
Di operasyonê de der barê 21 kesan de lêpirsîn dan kirin, li 3 wesayît û 9 avahiyan jî lêgerîn hat kirin.