Hemn Baban
17 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2018
HEWLÊR
Gencê Mûsilî bi navê Silêman meslekê xwe yê qusandina poran di penaberiyê de jî terk nake û di holika ku ji bo koçberan hatiye çêkirin hunerê xwe didomîne.
Di serdema ku DEAŞê Mûsilê dagir kiribû de xelkê bajêr ew der vala kiribû, piraniya wan koçî wîlayetên Herêma Kurdistana Iraqê kirin.
Piştî bidestxistina Mûsilê ji aliyê Heşda Şebî û Artêşa Iraqê jî penaber venegeriyan malên xwe û hê jî jiyana koçberiyê bi ser dibin. Ew jî li Kampa Hesen Şam a 75 kîlometre nêzîkî Hewlêrê dijîn.
Gencê bi navê Silêman, ji bo birînên xwe bicebirîne û hindik be jî arîkariya debara malbata xwe bike dikana berberiyê li çadireke penaberan vekiriye.
Dikana Silêman 4 metre çargoşê ye, tê de kursiyeke naylon, eynikeke biçûk, lembeyeke kêmşewq û hin alet û edewatên ku li her derê peyde dibin hene.
Ewî bi îmkanên gelekî kêm lê bi bawerî û ezmeke pir biqewet dezgeha xwe ya ji bo temînkirina qûtê malbatê ava kiriye. Wek ku ew dibêje karê wî baş e û ranaweste.
Silêman Faris, di biniya 20 salan de ye û navê dikana xwe jî daniye "Sertraşxaneya Liwêzî" (Liwêzî navê eşîreteke Iraqê ye ku li Mûsilê dijîn).
Silêman bo peyamnêrê AAyê wiha behsa çîroka xwe kir:
"Ez 6 meh berê ji ber şerê li Mûsilê mecbûr mam ku koçber bibim. Berê jî meslekê min sertraşî bû. Loma dema hatim vir min yekser dest bi avakirina vê dikanê kir. Ez li vê derê ne bê îş im û dikarim rizqê xwe yê rojane temîn bikim."
Silêman dibêje ew ji bo qusandina poran serê kesekî 500, hezar yan jî 2 hezar dînarî werdigire, lê eger pereyê muşteriyan tunebe ji wan re dibe arîkar. Lewra muşteriyên wî hemû penaber in û halê wan gelekî xerab e.