19 Adar 2017•Rojanekirin: 20 Adar 2017
LONDRA
Di 6emîn salvegera şerê navxweyî yê Sûriyeyê yê ku di adara 2011an da dest pê kiribû da li Londrayê meş hat lidarxistin.
Meşa ku ji aliyê rêxistina civaka sivîl a bi navê Hevkariya Sûriyeyê ku navenda wê li Îngîltereyê ye va hat lidarxistin, li Kolana Oxfordê a Londrayê dest pê kir.
Di çalakiya ku qedera 500 kes beşdar bûn da li hemberî rejima Sûriyeyê, Rûsya, Îran, Emrîka û Îngîltereyê dirûşm hatin berzkirin.
Xwepêşandaran dovîzên wekî "Bi Esed ra bes e", "Sivîlan biparêzin", "Li Sûriyeyê dagîrkeriya Îranê rawestînin" û "Bû 6 sal, sûriyeyî hê jî bona aşitî û azadiyê şer dikin" vekirin û ber bi Ofîsa Serokwezîriya Îngîltereyê "10 Nimro" meşiyan.
Di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ku di adara 2011an da dest pê kiribû da 6 sal derbas bû.
Di şerê navxweyî da bi sed hezaran kes ji canê xwe bûn, bi milyonan jî bûn penaber. Bi qasî 3 milyon penaberên ji Sûriyeyê li Tirkiyeyê dimînin.