19 Adar 2017•Rojanekirin: 19 Adar 2017
HELEB
Hat ragihandin ku li Sûriyeyê firokeya cengê ya rejima Beşşar Esed êrişeke esmanî bir ser bajarokê Urum el-Kubra ya Helebê û di encamê da 3 sivîl hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.
Midûrê Parastina Sivîlan a li bajêr Necîb Bekkûr di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku firokeyeke cengê ya rejimê li bajarokê Urum el-Kubra ya Helebê devera xwecihî bordûman kir.
Bekkûr got ku di êrişê da 2 jê zarok 3 sivîl hatin kuştin, 4 sivîl jî birîndar bûn û wiha dewam kir, "Di êrişê da 3 xanî bi temamî hilweşiyan. Malên derûdorê jî zirar dîtin. Êrîşên rejimê yên dijî herêmê berdewam in."
Li Sûriyeyê agirbesta di navbera layenên şerker da bi garantoriya Tirkiye û Rûsyayê di 30ê Kanûna Pêşîn da dest pê kiribû.