Elif Orhan
25 Gulan 2019•Rojanekirin: 26 Gulan 2019
Hat ragihandin di teqîna ku li Lyona bajarê Fransayê çêbû da 13 kes birîndar bûn
Li gor nûçeyên ku di çapemeniya Fransayê da cî girtin bombeya di nav pakêteke biçûk a ku li Lyonê dabûn ber derê firûnekî teqiya.
Rayedaran hê îdia piştrast nekirin, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di daxuyaniya xwe ya weşana zindî da bûyerê wekî "êrîş" bi nav kir. Macron diyar kir ku di teqînê da tu kes nemir.
Polêsan jimara birîndaran wekî 13 eşkere kirin. Hat ragihandin ku rewşa tu birîndarê xedar nîne. Hat dîtin ku polêsan li hawirdor tevdîrên ewlehiyê hildane.
Dozgerê eşkere kir ku dê yekîneya têkoşîna dijî terorê lêpirsînê bike. Çapemeniya herêmî ragihand ku li kesê piştî ku pakêt danî bi bîsîkletê reviya digerin.