Haydar Şahin
25 Gulan 2019•Rojanekirin: 26 Gulan 2019
Herdu rojnamevanên dema li Terablusa paytextê Libyayê pevçûn teqîb dikirin bi destê hêzên General Xelîfe Hefter hatibûn girtin hatin berdan.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya El-Ehrara têlevîzyona Libyayê, hat diyarkirin ku Mihemed Karac û Mihemed Şeybaniyê herdu xebatkarên têlevîzyona Ehrarê yên li Terablusê wezîfe dikirin û ji vir 3 hefte berê bi destê hêzên Hefter hatibûn binçavkirin êdî hatin berdan.
Di daxuyaniyê da hat xwestin ku kesên rojnamevan revandibûn bira werin dîtin û hesab ji wan were pirsîn, bêyî şert û qeyd mafê rojnamevanan heye ku agahiyan berhev bikin û ji saziyên eleqedar hat xwestin ku bira vî mafî biparêzin.
Têlevîzyona Ehrarê di 3yê gulanê da daxuyanî dabû û diyar kiribû ku ev demek e ji 2 xebatkarên xwe yên li Terablusê wezîfe dikirin xeberê hilnadin, ditirsin ku rojnamevanên wan winda bibin.
Di daxuyaniyê da hatibû destnîşankirin ku li gor agahiyên bi dest xistin herdu rojnamevan bi destê hêzên Hefter hatine girtin.
Hêzên Hefter jî der barê mijarê da tu daxuyaniyek nedabûn.